KURDÊN ARÎ: MÎT, DÎROK Û ÎDEOLOJÎ

Xebatên li ser etnolojiyê ku di sedsala 19 an de bi teqleke baş pêşketine, bi dîrok, mît û bi îdolojiyê re bûye yek û gelek caran parametreyên objektîfîyê berovajî kirine. Di heman sedsalê de li Ewrupayê Mîta Arî, ya ku bi taybetî bi rêya fîlolojiyê avabûbû, ji ber gotin û îfadeyên ku di hundirê xwe...

Full description

Bibliographic Details
Main Author: Demir, Vejdi
Other Authors: Yaşayan Diller Enstitüsü
Format: Master Thesis
Language:Kurdish
Published: Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü 2019
Subjects:
kok
Online Access:https://hdl.handle.net/20.500.12514/3275
Description
Summary:Xebatên li ser etnolojiyê ku di sedsala 19 an de bi teqleke baş pêşketine, bi dîrok, mît û bi îdolojiyê re bûye yek û gelek caran parametreyên objektîfîyê berovajî kirine. Di heman sedsalê de li Ewrupayê Mîta Arî, ya ku bi taybetî bi rêya fîlolojiyê avabûbû, ji ber gotin û îfadeyên ku di hundirê xwe de etîketên mîna raserî, rûmet û berzbûn dihewand di demeke kurt de bi lêvkirina neteweyên di biniya xwe re dîtinê, bi taybetî jî yên Samî wek dijmin dihesibîne. Mîta Arî ku di maweya vê sedsalê de bi alîkariya zanyarên wek Jones, Herder, Renan taybetiyek şecereya îdolojiyê bi destxistî, bi van pêşenayan tevdigere: dergûşa (welatê) şaristaniyê Hindîstan e û zimanê herî mikemmel jî Sankrîtî ye. Di nivîsandina dîroka Kurdî de em tovên ewil ên mîta Arî di rûpelên kovara Jînê de dibînin. Di kovara Jînê de ku ji aliyê Kürdistan Tealî Cemiyeti ve tê derxistin, di nîqaşên ku li ser etnolojiya kurdan hatine kirin de koka îranî derketiyê pêş. Paşê em ê di sala 1930 î de bibin şahid ku serokê serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa, ew ê angaşta ku kurd bi koka xwe arî ne biparêze. Me di xebata xwe de ev yek bi kurtasî behs kirine, xebata me wek navend bi piranî li ser formulasyonên derbarê mîta Arî hatiye avakririn ku Cemşid Bender, Gürdal Aksoy û Siraç Bilgin di pirtûkên xwe de anine zimên. Di dîmena van nîvîskaran de ji Arîbûna kurdan, ji rabêja raseriyê an jî biçûkdîtina neteweyên din bêtir nosyona neteweyeke serbixwe ku „yê din‟ cudatir e ji ber çavên mirov nareve. Di nivîsîna dîroka kurdan de di konteksta mîta arî de kirpandin, bi vî awayî ye ku kurd ji neteweyên cîranên xwe (bi taybetî ereb û tirk) cuda xwe dispêrin kokên neteweyeke din. Since the 19th century; history, myth and ideology have been intertwined in the ethnological studies which gained a good momentum and mostly parameters of objectivity have been severely reversed. In the same century, the myth of Arî, which was created by philology in the European horizon, was transformed into the discourse of contempt and hostile sight in other nations, especially the Sami ...